Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li peravên Lîbyayê gelek penaber hatin rizgarkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevî şert û mercên giran û dijwar ên li Derya Spî jî, pêla penabertî  dewam dike. Di dawiya vê hefteyê de li peravên Lîbyayê, hejmareke din ji penaberan hatin rizgarkirin.

Bîlançoya penaberên  hatin rizgarkirin ji aliyê hêzên ewlekariya peravî ya Îtalyayê ve hat eşkerekirin. Operasyon ji aliyê hêzên ewlekariya peravî ya Îtalyayê ve hat koordînekirin. Ji roja çarşemê û vir ve zêdeyî 4.500 kes hatin rizgarkirin.

Tenê roja yekşemê, 900 penberan hewl didan bi sê keştiyan xwe bigihînin Ewropayê ji aliyê keştiya Canarîas a Hêzên Deryayî ya Spanyayê û keştiyên bazirganiyên ve hatin rizgarkirin.

Bi vî rengî hejmara penaberan ji destpêka salê û vir ve xwe gihandine peravên Îtalyayê bû 8.500 kes. Di nava meha çileyê de, li peravên Lîbyayê herî kêm 227 penaber xeniqîn an jî li ber avê ketin û winda bûn.

Rêveberên Ewropî roja Înê li Maltayê li hev civiyan û ji bo têkoşîna li dijî bazirganên însanan, biryar dan alîkariyê bidin Lîbyayê. Lê belê gelek rêxistinên navneteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl, li hemberî van tedbîran hişyarî dan.

(kc)