Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Qamişlo du rêwiyên azadiyê hatin bi bîranîn

QAMIŞLO – Li bajarê Qamişlo ji bo şervanê YPG‘ê Abdullah Îbrahîm (Akif Gever) ê ku di 10‘ê Sibatê de li herêma Racoyê û Gerîllayê HPG‘ê Hêzil Umer (Hêvî Amara) yê di 30‘ê Hizêrana 2017‘an li herêmên parastina Medeya li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagiker şehîd bûn, merasîmê sersaxiyê hate lidarxistin.QAMISLO-MERASIMA-SEHIDA (3)

Merasîmê sersaxiyê bi amadebûna bi sedan welatiyan li Şehîdgeha Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo hat.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrewanan û tûraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ‘ê ve  dest pê kir.

Di merasîmê de bi navê YPJ û YPG‘ê Engîzek Nûrhaq, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fatima Tahir û bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Dijwar Ehmed axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û tekez kirin ku şervanên wan bi îsrareke mezin û qehremanî li hemberî êrîşên artêşa Tirk li Efrîn li ber xwe didin, madem gelekê berxwedêr heye Efrînê bin nakeve, wê bi saya xwîna şehîdan bi serkeve.

Axaftivanan her wiha anîn ziman ku şehîdan xeta têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pejirandine û felsefeya wî li cîhanê belav kirine.

Birayê şehîd Hêvî Amara Xalid Umer jî axivî û ev tişt anî ziman, “Îro em du şehîdan oxir dikin, şehîd Akif û Hêvî oxir dikin, rast ew di nav me de jiyan nakin, lê her tim wê di bîra me de bin, ji gorên wan bihna xweş tê. Hevalên me tola şehîdan wê rakin. Şehadeta xuşka min cihê serferziyê ye.”

Bavê Şehîd Akif, Mihemed Îbrahîm jî got, “Îra daweta kurê min e yê ku xwe fedayî vê welatî kir e, ez amade ne kurên xwe yên din  ji bo azadiya vî welatî bikim bi gorî û xewna şehîdan û gel pêk bînin. Em ê ji li hemberî êrîşên Erdogan û çeteyên wê bêdeng nemînin, me Kobanê rizgar kir em ê Efrînê jî rizgar bikin.”

Di dawiya merasîmê de nasnameya herdu şehîdan hate xwendin û radestî malbatên watin kirin.

(bb)

ANHA