Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Qamişlo du şehîdên Pêngava Rizgarkirina Reqayê hatin oxirkirin

Dîmen

QAMIŞLO – Bi hezaran şêniyên katnona Qamişlo, şervanên YPG/YPJ û saziyên civaka sivîl, du şervanên YPG`ê Faris Abdullah (Rêzan Qamişlo) û Hesen Yûsif (Alan Cûdî) ku li Reqayê şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo, oxir kirin.QAM-MARASEMIN-SAHIDAN ‫(193200647)‬ ‫‬

Gel piştî ku cenazeyên  her du têkoşeran wergirtin, bi karwanekî berê xwe dan Goristana Şehîd Delîl Saroxan.

Li goristanê merasîma oxirkirina her du şehîdan bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG û YPJ`ê ve hate destpêkirin. Paşê, yek ji Fermandarên YPG`ê Mihemed Zêdan axivî û diyar kir ku armanca ku YPG`ê li ser hatiye avakirin parastina gel bû û fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan ji xwe re esas, girt.

Bi navê malbata şehîd Alan Cûdî, apî wî Ibrahîm Şêx Metir axivî û soza  şopandina rêya hemû şehîdan da.QAM-MARASEMIN-SAHIDAN ‫(193200643)‬ ‫‬

Bi navê malbata şehîd Faris, Hecî El-Kîrat axivî û tekez kir ku bi saya şehîdan wê terora li ser gelên Bakurê Sûriyê bi dawî bibe.

Piştî axaftinan wesîqeta her du şehîdan hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de, bi dûrişmeyên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê her du têkoşeran hatin,  definkirin.

(kc)

ANHA