Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Qamişlo jî amadekariyên hejmartinê

QAMIŞLO – Di çarçoveya berdewamkirina hejmartina nifosên Kantona Cizîrê amadekarî tên kirin.

Komîteya xebatên pêngava hejmartinê ya “Ez li vir im” di çarçoveya berdewamiya hejmartina nifosa Kantona Cizîrê de lez da xebatên xwe. Ji bo şîrovekirina sîstema kar û xebatên hejmartinê li bajarê Qamişlo gelek civîn hatine lidarxistin.

Piştî ku li gundên derdora Qamişlo û taxa Hilîliyê ji mamosteyan re civîn hatin lidarxistin, îro bi heman armancê li taxa Xerbî jî civînek birêve çû. Di vê civînê de mamosteyên taxê amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê komîteya hejmartinê Sultan Temo ji mamosteyên taxê re makanîzmeya xebatên hejmartinê, şîrove kir.

Temo anî ziman ku ji bo hejmartin li bajarê Qamişloyê pêk were, hê dem nehatiye diyarkirin û di çarçoveya amadekariyan de ne.

Di meha îlona derbasbûyî de, li bajarên ku rojhilatê Kantona Cizîrê “Tirbespiyê, Girkê Legê û Dêrik” her wiha li bajarên rojavayê Kantonê “Amûdê, Dirbesiyê, Serekaniyê û Til Temir” hejmartin hate kirin. Wê li bajarê Hesekê û herêma derdorê jî roja înê hejmartin were lidarxistin.

(ef)

ANHA