Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Qamişlo û Dêrikê 4 têkoşerên azadiyê hatin oxirkirin

DÊRIK/QAMIŞLO – Şêniyên bajarên Dêrik, Girkê Legê û Qamişlo cenazeyên 4 cangoriyên azadiyê oxir kirin.

Dêrik

Şêniyên bajarên Dêrikê û Girkê Legê cenazeyên şervanên YPG′ê Îsa Xelîl (Sabir Cûdî) û Mihemed Emîn Exûs (Kanîwar Avaşîn) ku di operasyona rizgarkirina Reqqayê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Dêrikê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Xebat Dêrik ve ketin rê.

Di merasîma oxirkirinê de, Hevserokê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm, nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, partiyên siyasî  û Saziyên Civaka Sivîl, amade bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Mihyedîn Xêrikî axivî, şervanên azadiyê yên di çeperên şer de silav kirin û soza şopandina riya şehîdan nû kir.

Apê şehîd, Mihemed Xelîl jî got ku şehîd Sabir, sêyemîn şervanê ku ji bo azadiya welatê xwe, digihêje asta şehadetê.

Piştî axaftinan, nasnameyên cangoriyan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyê wan li goristanê hatin veşartin.

Qamişlo

Şêniyên bajarê Qamişlo jî cenazeyên têkoşerên azadiyê Şadî Mihemed (Dawûd Sofî) û Yûsif Umer (Karker Şoreş) ji Meclîsa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê wergirtin û ber bi goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve, ketin rê.

Li goristanê deqeyek rêz hat girtin û toraneke leşkerî hat lidarxistin. Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Evîndar Qamişlo û Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hêvî Seyid axivîn, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Bavê şehîd Dawûd Sofî got ku bi qasî ku bi şehadeta kurê xwe xemgîne, ewqasî jî serbilinde û wiha domand: ″Ez sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan û tevahî gelê Sûriyê û hevalên şehîd Dawûd re dixwazim. Em li pêşiya cenazeyên wan soza domandina têkoşînê nû dikin.″

Apê şehîd Karker, Mihemed Seîd li ser jiyana şehîd axivî û wiha got: ″Şehîd Karker ji destpêka şoreşê ve beşdarî xebatên parastina welatê xwe bû, di şer de birîndar jî, lê dîsa bi îsrar têkoşîna xwe domand. Em soza şopandina riya cangoriyên azadiyê didin.

Di dawiyê de nasnameyên herdû şehîdan hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin û cenazeyên wan li goristanê hatin veşartin.

(mm)

ANHA