Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Reqa 12 çete hatin kuştin, 2 bi saxî hatin girtin

LEZGÎN

REQA –Şervanên eniyên rojhilat û rojava yên bajarê Reqa gelekî nêzî hev bûne û pêşketina şervanan didome. Tê payîn ku şervanên herdû eniyan di saetên pêş ve bighîjin hev. Li gorî agahiyan di şer de herî kêm 12 çete hatin kuştin û 2 çete bi saxî ketin destê şervanan.

Hemleya rizgarkirina Reqa di roja xwe ya 65ʹan de bê navber didome. Şervanên eniyên şer a rojava û rojhilat pêşveçşna xwe didomînin û mesafeyeke kêm maye ku şervanên herdû eniyan bighêjin hev.

Di taxa Nezlit Şihade a başûrê bajar jî ji şevê din ve di navbera şervanan û çeteyande şer didom. Di şerê li vir de herî kêm 7 çete hatin kuştin. Her wiha 2 bi saxî ketindestê şervanan.

Di taxa Rewda ya rojhilatê bajar jî di navbera şervanan û çeteyan de şer didome. Dişerê li vir de 2 çete hatin kuştin.

Li taxa Berîd a rojavayê Reqa jî şer bi hemû hêza xwe didome. Li gorî agahiyan di şerê li vir de jî 3 çete hatin kuştin.

Di taxa Reqaya Kevinde a rojhilatê Reqa de jî şerên demkî di navbera şervanan û çeteyan de didome. Derbarê encama şerê li vir de tu agahî ne hatin bi bidestxistin. Şer didome.

Şervanên rojava û rohilat nêzî hev bûne

Li gorî agahiyênhatine bidestxistin, şervanên eniyên şer a rojhilat û rojava gelekînêzîhebûne. Şervanên herdû eniyanji ber zêdebûna mayînên ku çeteyan danîne bi giranî pêşve diçin. Tê payîn ku şervanên eniyên rojhilat û rojava di saetên pêş de bighêjin hev.

(ekîp/dc)

ANHA