Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Reqa 400 hezar mirîşk tên xwedîkirin

Dîmen

REQA – Li gundewarê bajarê Reqayê 56 çewlik ku tê de 400 hezar mirîşk têne xwedîkirin dîsa hatine aktîvkirin.GRI SPI-KOMÎTEYA DEWLETA XWESRIYE (1)

Herêma Reqayê li rex berhemên çandiniyê bi xwedîkirina sewalan navdar e û ji bo gelek malbatan jêdera sereke ya debarê ye.

Di serdema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de hemû aliyên jiyana welatiyan rastî talankirinê hatin û di encamê de rêjeya berhemên sewalan jî gelekî nizim bû.

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) herêm ji destên çeteyan rizgar kir û Meclîsa Sivîl a Reqayê hate avakirin, Komîteya Berhemên Sewalan a girêdayî Meclîsê dest bi xebatên aktîvkirina navendên xwedîkirina sewal û mirîşkan kir.MUNZER

Komîteyê li gorî derfetên xwe alîkariya xwe ji bo peydakirina pêdiviyên çewlikên mirîşkan pêşkêş kir.

Komîteyê heta niha 56 çewlik li gelek gundên girêdayî Reqayê aktîv kirin û di van çewlikan de jî bêtirî 400 hezar mirîşk li gorî mercên komîteyê tên xwedîkirin.

Girêdayî mijar serokê Komîteyê Berhemên Sewalan Munzir Salih ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî û got ku ew serdana hemû çewlikên herêmê dikin da ku alîkariya pêwîst pêşkêşî wan bikin.

(jh)

ANHA