Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Reqayê derbarê komployê de civîneke hate lidarxistin

REQA – Ji rayedarên MSD‘ê Elî Hesen got: “Felsefeya Ocalan banga biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de dike. Tirkiyê dixwaze vê felsefeya ku hemû gelên bindest kir yek bitemirîne.”

Li bajarê Reqayê bi armanca şermezarkirina komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, civîneke hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajêr di civînê de amade bûn.

Ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê rêzgirtin hate girtin.

Civîn ji aliyê Endamê Desteya Siyasî ya Meclisa Sûriyeyê Demokratîk (MSD) Hesen Elî ve hate birêvebirin.

Hesen Elî, komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li beşdaran kir ku parêznameyên Ocalan bixwînin da ku felsefeya wî ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dike baştir nas bikin û ev tişt got: ” Felsefeya Ocalan banga biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan de dike. Tirkiyê dixwaze felsefeya ku hemû gelên bindest kir yek bitemirîne.”

Elî, her wiha da zanîn ku ramanê Ocalan yekîtiya hemû gelên bindestî li hemberî zulm û zordariyê ava kir.

Civîn di dirûşmeyên şermezarkirina komplo û azadiya Ocalan bi dawî bû.

(bb)

ANHA