Têkilî | Derheqê me de

Li Reqayê komîneke din hat avakirin

REQA – Meclîsa Sivîl a Reqayê duh di çarçoveya xebatên xwe yên rêxistinî de li taxa El-Der’iyê ya bajarê Reqayê civînek bi rêve bir û komîna taxê ava kir.

Di civînê de Komîteya Perwerde, Komîteya Lihevanînê, Komîteya Parastinê, Komîteya Xizmetan û Komîteya Jin bi hilbijartinan hatin avakirin. Piştre hevserokên komînê jî hatin hilbijartin.

Hevsrokatiya Komînê ku hate hilbijartin soz da ku ji bo xizmeta welatiyan çi ji wan were xwestin wê bê navber bikin.

(he)

ANHA