Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Reqayê navenda Tirafîkê hate vekirin

REQA – Rêveberiya Tirafîkê ya Reqayê navenda xwe li bajar vekir û endamên xwe li ser riyan bi cih kirin.

Jiyana li Reqayê asayî dibe û êdî civak di hemû qadên jiyanê de rêxistinbûna xwe saz dikin. Rêveberiya Tirafîkê ya Reqayê jî navenda xwe ya tirafîkê li bajarê Reqayê vekir û endamên xwe li ser riyan bi cih kirin.mehime

Rêveberiya Tirafîkê ya Reqayê ji bo rêxistinkirina çûn û hatinê, navenda xwe li bajarê Reqayê vekir. Her wiha endamên xwe li noqteyên (Seyîf El-Dewle, Çerxeriya Saetê, Çerxeriya El- Xidir, Sîna û Girêş Mol) bi cih kirin. Endamên tirafîkê demil dest dest bi kar û xebatên xwe kirin.

Derbarê mijarê de Endamê Rêveber ê Navenda Tirafîka Reqayê Mihemed El-Elî got ku wan navenda vekiriye da ku hemû riyên tirafîkê birxêstin bikin û wiha got: ʺDi riya endamên me yên li noqteyan hatine bichkirin, tirafîk li gorî yasayan pêk tê. Armanca me alîkariya bi welatiyan re ye.

Mihemed El-Elî her wiha destnîşan kir ku niha wan endamên tirafîkê li 5 noqteyan herî bi qelebalix bicih kirine.

(dc)

ANHA

REQA-TIRAFIK-DEST-BI-KARE-XWE-KIR (1) REQA-TIRAFIK-DEST-BI-KARE-XWE-KIR (2)