Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Reqayê otobusên veguhestina hundirîn ketin tevgerê

REQA – Bi vegera şêniyên bajarê Reqayê re, otobusên veguhestina hundirîn a bajarê di nava tevgerê de ne.REQA-VIKRA-BASA-LI-SER-KAR (1)

Piştî ku bajarê Reqayê ji aliyê hêzên QSD′ê ve hat rizgarkirin, şêniyên bajar roj bi roj vedigerin warên xwe û jiyan li nava kolanên bajêr jinûve şîn dibe. Di vê çarçoveyê de otobusên veguhestina hundirîn ketin tevgerê.

Şirketa Feysel El-Zeyan bi koordîneya bi Meclîsa Sivîl a Reqayê re, otobusên veguhestina hundirîn xistin xizmeta gel. Niha 3 otobus li nava bajêr dixebitin.

Otobus ji saet 07.00′ê sibehê ve heta 16.00′ê esrê dest bi xebatê dikin û li nava tevahî taxên bajêr digerin. Şaredarî jî di vî milî de dibe alîkar û mazotê ji otobusan re peyda dike. REQA-VIKRA-BASA-LI-SER-KAR (2)

Derbarê mijarê de, ajokarê otobusê Ebdullah Mihemed anî ziman ku şirketa Feysel El-Zeyan 3 otobus ji bo veguhestina hundirîn xistin xizmeta welatiyên bajêr û diyar kir ku welatî bi buhayekî kêm di nava bajêr de têne veguhestin.

(mm)

ANHA