Têkilî | Derheqê me de

Li Reqayê pirsgirêka avê tê çareserkirin

Dîmen

HEMED EL-MISTEFA

REQA – Komîteya Avê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê av gihande gelek gundên derdora bajarê Reqayê û ji bo xebitandina stasyonên avê jî kar dike.

Stasyona avê ya Reqayê ku dikeve başûrê Çemê Firatê yek ji mezintirîn stasyonê avê li herêmê ye. Di vê stasyonê de 16 tirimpeyên derxistina avê hene. Ev stasyon piştî ku dest bi kar kiriye hem ji bo peydakirina ava vexwarinê û hem jî avdana erdên çandiniyê dixebite.

Piştî ku stasyon kete xizmetê av gihişt taxên bajarê Reqa û gelek gundên derdorê. Di hin toreyên avê yên gundewarê Reqayê de pirsgirêk hene û niha jî ji aliyê ekîbên taybet têne sererastkirin.

Stasyona El-Ekirşîf a li rojhilatê bajarê Reqayê jî stasyonek girîng e. Ev du meh in ekîbên sererastkirinê li ser dixebitin da ku ew jî bikeve xizmetê.

Piştî ku ev stasyon û toreyên avê yên hatine xerabkirin bi tamamî werin sererastkirin dê av bigihêje tevahiya taxên bajêr û gundên derdorê.

(rr)

ANHA