Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`Li Reqayê şerkirin, ji bo me soza tolhildanê ye`

NAVENDA NÛÇEYAN- Şervanên YJŞ`ê yên ku tevlî hemleya rizgarkirina Reqayê bûne 3`emîn salvegera komkujiya Şengalê bibîranîn û gotin:ʺ Li Reqayê şer kirin, ji bo me soza tolhildanê yeʺ.

Şervanên YJŞ`ê ji hemleya rizgarkirina Reqayê 3`emîn salvegera komkujiya Şengalê bibîranîn û daxuyanî dan.

Daxuyanî wiha ye:

ʺDi 3’ê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê yê ku bi dijminatiya çand, ol, ziman û nîjad re bûye yek; qirkirina ku li ser gelê me yê Êzidî pêkanî û 6 hezar jinên Êzidî yên pîroz yên ku hatin revandin û hatin qetilkirin, em di salvegera sêyemîn ya fermanê de hemuyan bibîrtînin. Disa em şehidên me yên ku bi axa pîroz ya Şengal’ê re soza girêdanbunê dane bi bîrtînîn û soz didin ku em ê bi rêya wan ve girêdayî bin.  Wekî ku tê zanîn di fermana 73. de jenosîda li ser jinê pêkhat ne tenê bi destê DAIŞ ê ve hat jiyan kirin, hêzên ku ji vê re bingeh avakirin wê tu carî negihêjin armanca xwe. Di fermanê de armanca wan ya bingehîn ew bû ku bi qirkirina jinên Êzidî yên ku bi girêdanbûna ol û axa xwe tê naskirin, tunekirina çanda Êzdatî bû.

Li hemberî van plansaziyên kiret û qirêj, jinên me yên Êzidî axa xwe bernedan û soza xwe bi girêdanbûna axa Şengalê bi çûyîna çiyayê Şengalê re bersiva herî xurt dan. Jinên me yên ku li çiyayê Şengalê di her qadê de xwe birêxistin kirin, li hemberî fermana ku hat jiyîn bersiva herî pêwist dan. Dîsa bi navê YJŞ xwe birêxistinkirina jinên Êzidî bûye mîsyona bersivbûna fermanê. Êdî jinên me, fermana 73’emîn li pêy xwe hiştin û bersiva hemu qirkirinên din, bi rêxistinbûnê xwe bi şêwazekî herî xurt dan. Em wek jinên Êzidî, bi berxwedaniya jinên Şengalê yê ku sê sal e tê meşandin, bi hêzekî mezin û di bingeha îdeolojiya Rêber APO ya rizgariya jinê, rastiya di hemu qadên pratîk de hebûna xwe derxistiye holê. YJŞ’ê yê ku di berxwedaniya Şengalê de, di refên herî pêş de cihê xwe girt, rastiya jinên Êzidî bi awayekî cewherî derxistiye holê.

Dîsa bi tevlîbûna pêngava Cenga Mezin ya li Reqayê, em her rojekî tola jinên ku di vê fermanê de hatin qetilkirin û dilgirtin hiltînin. Li Reqaya ku jinên me li vê derê wek cariye hatin firotin; şer kirin, ji bo me soza tolhildanê ye. Hebûna me ya li vê derê ji bo me di wateya hesap xwestina, jinên me yên ku ev sê sale akubeta wan ne diyar e.

Em ji Cenga Mezin ya Reqayê li hemû jinên xwe yên Êzidî banga tevlîbûna çeperên pîroz ya YJŞ’ê û ji nû ve bidestxistina nasnameya berxwedaniya ku cewherê jinên Êzidî ye dikin.

Dîsa bi vesîleya salvegera sêyemîn ya fermanê em wek şervanên YJŞ’ê yên li Reqayê soz didin ku heyanî yek jinê Êzidî yê dilgirtî di destê çeteyên DAIŞ’ê de be û heya ku bi tevahî tola jinên me yên ku hatin qetilkirin ranekin, em ji berxwedanyia xwe gavekê paş de navêjin. Û em dibêjin ku bi tolhildana jinên me yên hatin qetilkirin û şewitandin, ji bo bi dawîkirina çeteyên DAIŞ’ê; vê carê agirê xwe yê pîroz em ê li Reqayê vêxinʺ