Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Reqayê yekemîn dewreya HPC`ê hate vekirin

REQA – Komîteya Parastina Civakî bi armanca perwerdekirina endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC) dewreyeke perwerdeyê vekir.

Dewreya perwerdeyê li taxa Meşleb a bajarê Reqayê bi tevlîbûna 4 jê jin 39 endaman hate destpêkirin. Dewre wê 10 rojan dewam bike.

Di dewriya perwerdeyê de wê dersên birdozî, leşkerî, exlaqî, girîngiya perwerdê, biratiya gelan û Netewa Demokratîk werê dayîn.NEBIL-300x169

Di vê çarçoveyê de Endamê Komîteya Parastina Civakî û berpirsê dewreya perwerdê Nebîl Îsmaîl derbarê giringiya parastina civakî û taybet beşdarbûna jinan di nav de axivî.

Îsmaîl di axaftina xwe de destnîşan kir ku zêdeyî 200 kesî ji bo ku tevlî nava Hêzên Parastina Civakî bibin navê xwe qeyd kirine û diyar kir ku hejmara wan zêde dibe ji ber vê yekê wê di heftiya pêş de dewreyên perwerdeyê ji wan re werin vekirin.

Îsmaîl di axaftina xwe de got ku HPC`ê ne tenê ji bo parastina taxa Meşleb hate avakirin, lê belê ji bo parastina hemû Reqayê hate avakirin.

(bx)

ANHA