Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li rex êrîşan Şaredariya Gel xebatên xwe zêde kirine

FÎDAN EBDULLAH – ROZANA DADO

EFRÎN – Şaredariya Gel a bajarê Efrînê li rex êrîşên hovane yên artêşa dagirker a Tirkiyeyê xebatên zêde kirine û tedbîrên xwe yên awarte werdigire.EFRIN- KARUXEBATENSAREDARIYE (4)

Berxwedana welatiyên herêma Efrînê û şervanên QSD’ê li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê di roja xwe ya 8’emîn de berdewam dike. Di encama êrîşa balefir û çekên giran ên artêşa Tirk de gelek welatiyên sivîl şehîd bûn û ziyan bi mal û milkên welatiyan bû.

Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a bajarê Efrînê kar û xebatên xwe zêde kirine û hemû tedbîrên awarte digire û hemû madeyên sereke yên weke “sotemenî, nan û ava vexwarinê” peyda dikin.

Endamên şaredariyê ji bo rê li pêşiya rewşên awarte bigire di seranserî rojê de nobedariyên xwe dikin. Komîteyên cûda yên girêdayî Şaredariyê bi rêk û pêk xebatên xwe berdewam dikin û madeyên sereke ji welatiyan re peyda dikin.EFRIN- KARUXEBATENSAREDARIYE (1)

Piştî ku navenda belavkirina ava vexwarinê ya bendava Meydankê di encama êrîşeke balefirên dagirkeran de rastî ziyanan hat, Şaredariyê tavilê bîrên avê yên alternatîf aktîf kirin. Li deverên ku bîrên avê tune ne panzêrên avê erkdarkirin û bê pere li welatiyan belav dikin.

Di derbarê ziyanên bi navenda belavkirina avê ya bendava Meydankê bûne de jî Şaredariyê komîteyek ava kir da ku di demeke lezgîn de sererast bikin.

Girêdayî mijarê Hevserokê Şaredariya Gel a Efrînê Nûrî Şêxo diyar kir ku ew kar û xebatên xwe bi rêk û pêk didin meşandin û wan hemû tedbîrên pêwîst wergirtine da ku rê li pêşiya rewşên awarte bigirin.NORI ŞEXO

Şêxo destnîşan kir ku kadroyê wan di seranserî rojê de dixebitin û di nava bazaran de digerin da ku rê li pêşiya bilindbûna buhaya made û pêdiviyên welatiyan bigirin.

(jh)

ANHA