Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Rojava bi rêya Komeleya Çandî, gelê Suryan çanda xwe diparêze

AZAD SEFO

GIRKE LEGÊ – Komeleya Çandî ya Suryaniyan çand û zimanê Suryanî diparêze û bi hemû pêkhateyên herêmê dide naskirin.GIRKE-KOMELEYA-SIYRIANI ‫(1)‬

Di wextê ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dixwazin çand û dîroka Xiristiyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tunbe bike û destê xwe deynin ser cihên wan ê pîrozî û dîrokî, gelê Xiristiyan ên Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş, çanda xwe diparêzin û bi gelên ku bi wan re dijîn didin naskirin.

Komeleya Çandî ya Suryaniyan li bajaroka Rimêlan ê girêdayî Girke Legê, yek ji navendên di pêşxistina çand û zimanê Suryanî de çalak e.

Komele di 2005`an de hatiye avakirin. Piştî sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat îlankirin, Komele firset dît û şax û navendên xwe li hemû bajarên Kantona Cizîrê vekir.

Şaxê komeleyê yê bajaroka Rimêlan jî çileya 2014`an hat vekirin. Berpirsên Komeleyê diyar kirin ku ew bi riya komeleyê çanda xwe diparêzin û belav dikin. Her wiha zimanê xwe yê suryanî zindî dihêlin.GIRKE-KOMELEYA-SIYRIANI ‫(120324610)‬ ‫‬

Komele ji pênc komîteyan pêk tê(Komîteya çandê, têkiliyên derve, çalakiyan, jin û raghandin). Komele bi riya van komîteyan çand û zimanê Suryanî bi pêkhateyên dîtir dide naskirin û hewl dide ku xwe bighîne hemû pêkhateyên herêmê.

Her wiha komele çalakiyên çandî û wêjeyî bi rêxistin dike û dewreyên fêrbûyîna zimanê Suryanî vedike. Ne tenê ev; grupên wan ên werzîşê jî hene û di aliyê hunerî û pîşeyî de semîneran jî organîze dikin.

Ji bo bîranîn û dîroka Xiristiyanan wenda nebe, komele cejnên xwe weke 1`ê Nîsanê, komkujiya Sêfo ya ku dewleta Tirk pêkaniye, bi bîr tîne.

Di amadekirina meteryalên zimanê suryanî dibe alîkarGIRKE-KOMELEYA-SIYRIANI ‫(120324611)‬ ‫‬

Komeleya Çandî ya Suryanî her wiha di amadekirina meteryalên zimanê suryanî bi Komîteya ku meteryalên zimanê suryanî amade dike, dibe alîkar.

Endamên Komeleya Suryanî tevlî çalakiyên giştî dibin û bi partiyên siyasî yên herêmê û saziyên civaka sivîl re dicive.

Ji bo xurtkirina biratiya gelan bi Êlên Ereban ên herêmê re jî dicive.

(np)

ANHA

GIRKE-KOMELEYA-SIYRIANI ‫(120324609)‬ ‫‬ GIRKE-KOMELEYA-SIYRIANI ‫(1)‬ ‫‬