Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Rojava dorpêça Aborî bê encam dimîne

DOSYA

NESRÎN EBDÎ – SÎPAN SILO

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewletên herêmê yên wek dewleta Tirk a dagirker û hêzên li dijî şoreşa Rojava piştî bi êrîşên çeteyên wek Cephet El Nusra û DAIŞ bi ser neketin, bi dorpêçkirina aborî xwestin encamp bigrin. Bi ferzkirina siyasta birçîbûn û ambargoyê li ser Rojavayê Kurdistanê, çareseriyên altirnatîf pêş  ketin û Rêvberiya beşa aborî li ser bingehê aboriya komînal xiz da xebatên xwe, her wiha ferehbûna herêmê rê li ber riyên nû yên bazirganiyê vekirin.  

Bi ragihandina Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê di 16-17`ê adara bihurî de, partiya PDK`ê jî girtina deriyê Sêmalka ragihand. PDK`ê xwest bi vê yekê sîstema nû jidayikbû bifetisîne û di bin barekî aborî ya giran de bihêle. Bi desrbasbûna salekê li ser bûyera girtina derî re û dema mirova çavên xwe li Rojava-Bakurê Sûriyeyê bigerîne, yekser ferq dike ku hemû made di sûkên wê de peyda dibin. Her çiqasî ji berê buhatir bin, lê bi hevrûkirineke bi rewşa herêmên din ê Sûriyeyê re cudatiyeke mezin di asyoyê de xuya dike.

Ferzkirina ambargoyê, yek ji siyasetên pûçekirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê bû ku gelek caran hat meşandin. Taybet di sala 2013`an û 2016`an de. Di 2013`an de vê yekê bandoreke mezin li ser jiyana gel kir, ji ber hîna tu projeyên altirnatîf li Rojava pêşneketibûn. Lê di 2016`an de ferqiyeta wê derket holê, ev yek jî çavkaniya xwe ji gelek sedeman digire, jê avabûna hejmareke mezin ji koperetîfan û ferehbûna herêmên rizgarkirî ku bi xwe re riyên nû yê bazirganiyên vekirin.

Aboriya Komînal û pêşxistina koperetîfan

Li Rojavayê Kurdistnaê û li gor sîstema Federaliya Demokratî, aborî li ser bingehê komînaltiyê tê esas girtin, ev yek jî bi avakirina koperetîfan tên meşandin. Rêveberê Navenda Koperetîfên Qamişlo Reşda Qaymaz koperetîfê wiha dide nasîn “Peyva koperetîv bi xwe tê wateya îtîfaqê ango xebatên komîn.  Pêşiyên me jî dibêjin cihê itîfaq lê hebe,bereket jî lê heye. Lewma ji bo em karibin jiyana komînî pêş bixin ev yek esas e. ji xwe em wiha jî dibêjin her koperetîfek bi xwe komîneke.”

Her wiha ji ber çavkaniya bingehîn a aboriya herêmê çandinî ye, avakirina koperetîfên çandinî beriya sê-çar salan ve destpê kir, lê ev saleke koperetîfên sewaldarî, sînaî û bazirganî jî tên pêşxistin. Li gor Qaymaz destnîşan kir ku pîlan hene di warê perwerde û tendirustiyê de jî koperestîf bên sazkirin. Serkêşiya wê jî komeke bijşîkên bajarê Qamişlo dikine ku projeke koperetîfa tendirustiyê pêşkeşî mala koperetîfan a bajarê Qamişlo kirin.

Rêveberê Navenda Koperetîfên bajarê Qamişlo Qaymaz da zanîn ku di dema koperetîf nû hatin avakirin, baweriya gel zêde pê nebû lê ev nêrîn bi derketina berheman re berovajî bû. Qaymaz mînak wê jî koperetîf Hevgirtin da ” Di sala bihurî de hin komîn ji bajarê Qamişlo bi 30 hezarî beşdar bûn, di dawiya salê de jî her yeke 407 hezar girt. Ji xwe Hevgirtin bi hezar û 900 endamî li bajarê Qamişlo destpê kir û niha endamên wê çar hezar e, eger em riya wê vekin jî bawerim dê bibe heşt hezar.”

Koperetîfa Hevgirtin xwe li seranserî kantona Cizîrê bi rêxistin dike, hejmara endamên wê 23 hezar e û pîlan hene ku şaxekî xwe li Kantona Kobanê jî veke.

Rêveberê Navenda Koperetîfên Qamişlo bal kişan ser girîngiya pêşxistina sîstema aborî û ev yek got” Ji bo em ne muhtacî derve û deriyan bin, pêwîste em sîstema xwe ya aborî pêş bixin, yanî gel dikare bi xwe xwe pêwîstiyêên xwe bicih bînin.”

Li gor daneyên navenda koperetîfan tenê li bajarê Qamişlo derdora 70 hezar kes tevlî koperetîfên çandiniyê bûne.

Ji bo avakirina sîwaneke rêxistinî ku hemû koperetîf xwe di bin banê wê de bigirin, çav li rê ye ku di demên pêş de konferansa yekemîn a koperetîfên kantona Cizîrê bê lidarxistin û tê de meclîsa koperetîfên kantonê bê avakirin, lewma niha hejmara koperetîfên kantonê tên komkirin û xebatên vekirina navendên koperetîfan li hemû bajaran tê meşandin.

Koperetîfa çandiniyê ya herî mezin: Qesrik

Di warê geşkirin û teşwîqkirina koperetîfan de, dîsa gihandina asta xwetêrkirinê, koperetîfa gundê Qesrikê gaveke berbiçav e. Gundê Qesrikê 35 km başûr rojhilatî bajarê Dirbêsiyê dikeve. Beriya heft mehan xebata avakirina koperetîfeke fereh hat destpê kirin û bi vekirina deriyê endamtiyê re derdora 12 hezar kesan navên xwe qeyd kir ji wan pênc hezar û 400 kes hatin hilbijartin. Rêveberê Koperetîfê Azad destnîşan kir ku di destpêkê de wan pîlan dikir her kesek bi 3 paran peşdar bibe, lê dema serlêdan ewqasî zêde bû, neçar man ku ji her  kesek re tenê parekê qebûl bikin.

Çar şaxên koperetîfa Qesrikê hene ( çandinî- sewladarî- avî û alav). Ev yek taybetmediya xwe bi xwe têrkirina di vê koperetîfê de pêş dixe, mînak bermahiyên sewalan weke semad ji şitilan re tên bikaranîn. Dîsa bi alavên di koperetîfê de erd  tê çotkirin. Ji xwe ferehiya wê jî 40 hezar donim e.

Di koperetîfa Qesrikê de derdora 100 karker dixebite û li nava şaxan de hatine dabeşkirin.

Şaxê Çandinî

Derdora 32-33 hezar donim ji çandiniyê re hatiye veqetandin. Tê de sebze, genim, ceh, xwaz,  pîvaz, sîr hatiye çandin. Beşek ji sebzeyan di konan de tên çandin û li ser du qonxan tên dabeşkirin. Dema nû şitil bin li cihekî dimînin û dema êdî mezin dibe û dest bi berhemdayîn dikin tên veguhestin. Li wir derdroa 400 hezar şitilên cur be cur hene.

Di nava wan 32 hezar donim erdê çandiniyê de 60 donim ji çandiniya darên Zeytûn û Fistiqan re hat veqetandin û  amadekarî tê kirin ku zêdetir 900 dar bê çandin.  Çavdêrê çandiniya daran Mihemed Neiso destnîşan kir ku pîlan hebû derdora 300 donim erd ji daran re bê veqetandin, lê ji ber tunebûna avê neçar ma bi 60 donimî destpê bikin.

li aliyekî din beşek ji berhemên çandiniyê ji bo êma sewalan tên veqetandin.

Du musimên çandiniyê hatin rakirin û li sûkên Hesekê  û bajarê Cizîrê hatin belavkirin.

 Şaxê Sewaldariyê

Ji bo hewandina sewalan 6 xan hatin lêkirin û du malbat ji xizmeta wan re hatin diyarkirin. Bi destpêkirina koperetîfê re hezar û 94 serî dewar hat kirîn û di nava heft mehan de hejmara wan gîha du hezarî, lê hîna berhema wê daneketiya Sûkê. Çavdêrê Şaxê Sewaldariyê Mehmûd Hilûm diyar kir ku dê heta du mehên din berhemên wan dakevin sûkê, her wiha pîlanên wan hene ku fabrîqeyên berhemên şîr amade bikin.

Bazirganiya herêmê

Şaxekî mezin ku aboriya gel pala xwe dide û ji hezaran mirovan re kar peyda dike, bazigranî ye. Bazirganî li Rojavayê Kurdistanê dabeşî du şaxan dibe, ya hundirîn ku di navbera herêmên Minbic, Kobanê û Cizîrê de pêk tê û ya hawirdorê bi riya deriyê Sêmalka û hin riyên ne fermî bi bajarên Sûriyeyê re, ye. Heta beriya avakirina dîwar hin caran  bi riyên qaçax ji sînorê Tirkiyeyê jî made dihatin derbaskirin, lê di demên dawî de ev yek nema ye.

Di bazigraniya hundirîn de ji bilî madeyên Qedexe ( genim, ceh, ard, kîmawî, çîmento) bazirgan dikarin her tiştî bibin û bînin. Ji bo madeyên qedexe jî biryara derketin û derbasbûna wê ji herêmekê re, rêveberiya wê herêmê dide.

Bazirganiya derve jî bi çend riyan dibe, yek jê deriyê Sêmalka ku li ser sînorê Başûr-Rojavayê Kurdistanê li bakur rojhilatî Sûriyeyê dikeve. Li gor rayedarên derî dan zanîn rojane derdora 200-250 kamyon diçin û tên û di deriyê re madeyên sebze, şekir, çîmento û hesen piranî tê derbaskirin, bi gotineke din madeyên ku rojane tên xerckirin, lê rêveberiya PDK`ê nahêle alavên giran û amurên çêkirina projeyên demdirêj derbas bibe.

Dîsa di aliyê bajarê Minbicê de bazirgan madeyan bi hin riyên ne fermî,  ji bajarên Sûriyeyê weke Heleb û Şam derbasî herêmê dikin. Bi vî şîwazî jî beşekî mezin ji pêwîstiyên herêm tên bicihkirin. Li gor rayedarekî agahî parve kirin beriya demekê hin alavên fabrîqeyan jî hatin.

Cîgirê Desteya Aborî yê Kantonê Cizîrê Dîrok Melebeşî da zanîn ku Minbic navendek serek ya bazirganiyê ye û eger şert û merc guncav bibin dê giraniya xwe ji ya Sêmalka zêdetir be.

Li rex vê yekê, herêma Bakurê Kurdistanê heta radeyekê veguherî tiransîta di navbera kuraniya Sûriyeyê û deriyê Sêmalka, Melebeşî da zanîn ku li gor şert û mercên rêveberiyê komyonên tranzîtê zêdetirî 48 qedexeye ku li axa herêmê de bibîne û tenê li cihekî gumrika wê tê standin.

Li gor rayedarê aborî Melebeşî ji sedî 35`an zêdetir ji gelê herêmê sûd ji vê tevgera hundirîn û derve ya bazirganiyê digirin,  lê li aliyekî din ev yek dibe cihê mixabiniyê ku heta niha şaxê sînaî û berhemdayîn bi xwe pêşnekitiye.

Firotina madeyên sotemeniyê

Aliyekî din ku xezîneya vê herêmê zengîn dike û lingekî aboriyê ye, petrol e. Li gor daneyên berê hejmara bîrên petrolê derdora 1300 e, di navbera herêmên Tirbespiyê û Girkêlegê de belav dibin. Ji wan bîran hejmareke biçûk tê bikar anîn, beşekê jê Ii xwediyên heraqeyan tên belavkirin ku hejmara wê sê hezarî derbas dike, ev kar jî dibe çavkaniya aborî ya bi hezaran kesan. Beşekî din jî li misfeya Girzîro tên çêkirin û li xwediyên stasyonan tên belavkirin, bi vê yekê jî pêwîstiyên herêm ji madeyên sotemeniyê tên bicih anîn û bi hezar kes dibin xwedî kar.

ANHA