Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li rojhilatê Reqqayê girê Menxer Şerqî hat rizgarkirin

LEZGÎN

REQQA – Di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê de, şervanan li rojhilatê Reqqayê girê Menxer Şerqî yê stratejîk ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.REQQA-RIZGARKIRNA-GIRE-MENXER3

Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Şervanên Xezeba Firatê heta niha gelek gund û herêmê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û derbeyên mezin li çeteyan xistin.

Li gorî agahiyên ku ji bereyên şer hatin girtin, şervanên Xezeba Firatê girê Menxer Şerqî yê stratejîk ku 27 km li rojhilatê Reqqayê dikeve ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Şeva  din jî şervanan girê Menxer Xerbî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Şervanên Xezeba Firatê ji aliyê rojhilatê  Reqqayê ber bi bajar ve pêşveçûyînên xwe didomînin.

(ekîb/kc)

ANHA

REQQA-RIZGARKIRNA-GIRE-MENXER1 REQQA-RIZGARKIRNA-GIRE-MENXER2