Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Şamê fêr bû û li Qamişlo dewam dike

Dîmen

EBAS XELEF – SOZDAR CEMÎL

QAMIŞLO – Selîm Reşîd li Şamê ava fêkî û fûlên kelandî li ser bestê difrot û niha li bajarê Qamişlo jî heman karî dike.

Xemla besta Reşîd Ehmed yek ji rengê bazara Qamişlo ye. Tu dema di bazarê re derbas dibe xemla bestê bala te dikşîne û te dikşîne xwe. Reşîd besta xwe bi fêkiyên curbecur, ceyran û çîçekan xemilandiye.     QAMISLO-SALIM RASED (1)

Reşîd Ehmed li paytaxta Sûriyê Şamê fêrî çanda firotina ava fêkî û fûlên kelandî bûye. Ev bûye 6 sal ku vî karî dike. Piştî li Şamê rewşa wan ya ewlekariyê ket xeteriyê de vegeriya bajarê xwe Qamişlo. Demekê derbasî Başûrê Kurdistanê dibe û li wêderê jî li ser bestê ava fêkî û fûlên kelandî difroşe. Niha jî bûye du meh ku ji Başûrê Kurdistanê zîviriye û destbi karê xwe kiriye.

Reşîd saet 15:00 heyanî 21:00 şevê dixebitê. Ava fêkî ji 200- hezar û 200 L.S. li gorî miqdara tê kirîn difroşe û fûlên kelandî jî ji 200-300 L.S. li gorî miqdara tê kirîn, difroşe.QAMISLO-SALIM RASED (2)

Êdî karê li ser bestê firotina ava fêkî û fûlên kelandî malbata Reşîd Ehmed xwedî dike.

(np)

ANHA