Têkilî | Derheqê me de

Li Şedadê kamp hat vekirin

HESEKE- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li herêma Şedadê kamp ji bo koçberan vekir.HESAKE- VEKRNA -KAMBA-KOCBRAN ‫(1)‬

Hejmara koçberên herêma parêzgeha Dêrezorê û herêmên ku dibin dagirkeriya çeteyên DIAŞ`ê de ne zêde bûn. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nêzî bendava El-Metaxim a bajaroka El-Erîşe kam ji koçberan re vekir.

Niha li kampê tenê 300 kon hene. Kampa Şedadê ji meha hezîranê ve zêdetirî 500 malbatên koçber ên ji herêma Dêrezor, El-Meyadîn, El-Bokemal û herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de ne derbasî kampê bûn.

Hêzên Ewlekariya Hudirîn ên herêma Şedadê erka parastina kampê girtine ser xwe. HESAKE- VEKRNA -KAMBA-KOCBRAN ‫(1)‬ ‫‬

Rêveberiya Xweser ji bo peydekirina pêdiviyên koçberan hemû derfetên di destê xwe de bikartîne. Heyanî niha rêxistinên navdewletî bi koçberên kampa Şedadê re nebûne alîkar.

(np)

ANHA