Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Şehbayê jî “Serî hilde”

ŞAHBA – Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Şehbayê di çarçoveya pêngava “Serî Hilde” a ji bo diyarkirina rewşa tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan proşoran belav dikin.SHBEA-PLEVOK BLAEV DIKEN JI BO SEROK (2)

Pêngava bi durişmeya “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Hebûna Rêber Apo hebûna me ye” ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) ve hatiye destpêkirin.

Tevgera Ciwanên Ereb a Demokratîk û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kantona Şehbayê jî îro belavok li şêniyan belav kirin.

Di proşor û belavokên ku hatin dayîn de, ev tişt hatibûn nivîsandin “Wekî ciwan em jiyana bêyî Rêber Apo qebûl nakin. Yên dixwazin me fêr bikin bêyî Rêber Apo jiyan bikin ew hêrsa me zêde dikin. Em ê hertim bêjin bêyî Serok jiyan nabe. Rêber Apo em fêrî rastiyê kirin û got: Rastî evîn e û evîn jî jiyana azad e.”SHBEA-PLEVOK BLAEV DIKEN JI BO SEROK (6)

Di vê çalakiya hanê de pankartên wekî “Serî hilde”, “Ciwan fedekarên Rêber Apo ne” û Bazên Şehba” li dîwaran daliqandin.

Ev xebata Tevgera Ciwanên Ereb û Tevgera Jinên Ciwan ku îro dest pê kiriye, dê hetanî 3 rojan dewam bike.

(rr/he)

ANHA