Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li ser asta rêveberên şaredariyan guhertinên nû

KOBANÊ – Hevserok û endamên nû yên  Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan û Endamên Komîteyên Xizmetguzarî yên Kantona Kobanê û gundewarên wê hatin hilbijartin.KOB-HILBIJARTINEN-SAREDARIYE ‫(1)‬ ‫‬

Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweseriya Demokaratîk a Kantona Kobanê civîneke li avahiya Meclîsa Zagonsaz a kantonê li dar xist.

Di civînê de, endamên desteyê û komîteyên xizmetguzarî yên meclîsên xetên başûrê, rojhilat û rojavayê kantonê, Serokê Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan Mistefa Ebdî, Hevserokên Şaredariyên yên bajaroka Sirîn, Çelebiye , Şêran û Til Xezal amade bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevseroka Meclîsa TEV-DEM‘ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî geşedanên siyasî nirxand û rola şaredariyan di pêşxistina kantonê ji hêla xizmetguzariyê ve anî ziman.

Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Xalid Berkel jî destnîşan kir ku şaredariya Kantona Kobanê piştî rûxandina li bajêr çêbû xwe isbat kir ku dikare xwe ava bike.KOB-HILBIJARTINEN-SAREDARIYE ‫(116261381)‬ ‫‬

Di civînê de her wiha Serokê Desteya Rêveberên Herêmî û Şaredariyan Mistefa Ebdî rêziknameya desteyê xwend.

Paşê jî nêrîn û pêşniyarên beşdaran hatin guhdarkirin. Piştre hilbijartin hatin kirin, Ibrahîm Şêx Xelîl û Rojîn Mihemed Elî wekî Hevserokên Meclîsa Şaredariyên Kantona Kobanê hatin hilbijartin. Di heman demê de  14 endamên komîteyên xizmetguzarî yên meclîsên xetên rojhilat, rojava, başûr û bajêr, bajaroka Sirîn hatin hilbijartin.  Ev 14 endam nûnertiya Komîteya Rêveber a Meclîsa Şaredariyan a Kantona Kobanê dikin. Sê endamên Komîteya Rêveber wekî Dîwana Meclîsa Şaredariyan a kantonê hatin hilbijartin.

Piştî civîn bi dawî bû, endamên nû civîneke girtî lidarxistin.

(bb)

ANHA