Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li ser Berxwedana Serdemê helbest hatin vehunandin

Dîmen

TEBQA – Li Tebqayê hevdîtina rewşenbîr û helbestvanan hat lidarxistin û derbarê berxwedana Efrînê de helbest hatin xwendin.

TEPQA-BERXWEDANA-SERDEME-RESEN-BIRAN NERXAND ‫(1)‬

Komîteya Çand û Hunerê ya bajarê Tebqayê Hevdîtina Çandî ya yekem ji bo rewşenbîr, ronakbîr û helbestvanên bajarê Tebqayê organîze kir. Hevdtîn li taxa El-Meqasim bi beşdariya rewşenbîr, 9 helbestvan, şêx û rûspiyên herêmê hat lidarxistin.

Di hevdîtinê de derbarê berxwedana hêzên QSD′ê û gelê Efrînê de, helbest hatin xwendin.

Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê Fîras Remedan axivî, helbestek xwend û diyar kir ku serkeftina li hember êrîşên dagirkeriyê nêz e.

TEPQA-BERXWEDANA-SERDEME-RESEN-BIRAN NERXAND ‫(1)‬ ‫‬

Hevdîtin bi xelatkirina helbestvanan bi dawî bû.

(mm)

ANHA