Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li ser daxwaza welatiyan sûkek gelerî hat vekirin

EFRÎN– Bi vekirina sûka gelerî ya li gundê Erba re, welatî êdî dikarin bi hesanî û di riyeke kurt de pêdiviyên xwe pêk bînin.MEBATA-VAKERINA-SOKR-LE-GENDE-ARABE (2)

Komînên herêma Efrînê bi armanca ku daxwazên welatiyan bi cih bînin, bi hemû hêza xwe dixebitin. Di vê çarçoveyê de, Komîteya Xizmetguzariyê ya Komîna Şehîd Bedirxan a navçeya Mabata, li gundê Erba yê girêdayî navçeyê sûkek gelerî vekir.

Di merasîmê vekirina sûkê de, bi dehan şêniyên navçeyê amade bûn. Şênî li sûkê geriyan û pêdiviyên xwe pêk anîn.

Bi vekirina vê sukê re şêniyên navçeyê êdî dikarin bi hesanî û di riyeke kurt de pêwîstiyên xwe bi cih bînin.

Sûk dê tenê roja pêncşemê ji saet 09:00 heyanî saet 13:00 were vekirin.

 (bx)

ANHA