Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Şêxmeqsûd Meydana Şehîdan tê vekirin

HELEB – Tevgera Civaka Demokratîk(TEV- DEM) ya bajarê Helebê bi armanca bîranîna şervanên di taxê de şehîd bûn, amadekariya vekirina qada şehîdan kir.HLB-HAZIRKIRIN-QADA-SEHIDAN ‫(1)‬ ‫‬

Di 29 gulana 2016`an de di şerê di navbera şervanên YPGʹê û çeteyên koalîsyona Niştimanî ya Opozisyonê ya girêdayî Tirkiyê hinek avahî di taxê de teqiya. Di encama teqînê de 11 kes şehîd bûn. Ji van 6 şervanên YPGʹê û 5 sivîl bûn. Ji nava bermahiyan 8 cenaze hatin derxistin û sê di bin avahiyê de man.

TEV-DEMʹê bi aramanca bîranîna wan ş ehîdan li şûna avahiya wêrankirî haziriyavekirina Meydana Şehîdan dike.

Komîteya Amadekar a vekirina Meydana Şehîdan dest bi xebatên lêkirina dîwarekî derdora cihê tqînê û avahiyên wêrankirî kirin. Her wiha dar û gul li derdora wê çandin. Di nîvê meydanê de jî çerxeriyek hate avakirin û alên YPG, YPJ, MSD, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û PYD hate dalqandin.

Di meydanê de û li ser riya gitşî ya taxa Seken Şebabî û di nava avahiya de jî afîşek hatiye bi zimanê kurdî û erebî nivîsa ʺhûn bi xêr hatin taxa Şêxmeqsûdʺ hatiye nivîsandin.

Tê payîn ku meydan di 15ʹê Tebaxê de bi awayekî fermî were vekirin.

(dc)

ANHA

HLB-HAZIRKIRIN-QADA-SEHIDAN ‫(145752577)‬ ‫‬ HLB-HAZIRKIRIN-QADA-SEHIDAN ‫(1)‬