Têkilî | Derheqê me de

Li Silêmaniyê ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê pêşengeh

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Silêmaniyê bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê 2 pêşangehên wêneyan hatin vekirin.

Endamên komîteya amadekarên pêşangehê gotin ku wê alîkariya di pêşangehan de bê komkirin ji bo Kobanê bişînin.   Duh piştî nîvro du pêşangehên wêneyan ku yek li salona Azad Şewqî ya Silêmanî û ya din jî li salona Mûzexaneya Silêmaniyê hatin vekirin.

Endamê komîteya li dar xistina pêşangehan diyar kirin ku wan pêşangeh bi armanca yekemîn salvegera rizgarkirina Kobanê  vekirine.

Yek ji endamên komîteya amadekar ên pêşengahan Rajan Rizgar Ebdullah wiha got: “Me li ser sernavê ‘Em bi wêneyên xwe Kobanê ronî dikin’ pêşangehek wêneyan vekir. Armanca me ya vekirina vê pêşangehê jî her çendî kêm jî be, ew dehata bê dest ji bo ji nû de avakirina Kobanê rêdikin.”

(ra)