Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Silêmaniyê jinan qanûna zewaca di temenê biçûk de red kirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên Silêmaniyê li dijî pêşniyarqanûna Parlamentoya Iraqê ya li ser zewaca di temenê biçûk de li hev civiyan û gotin; “Divê Parlamentoya Iraqê qanûnê red bike, ji ber ku li dijî destûra Iraqê û pîvanên mafê mirovan e.”
2’yê Mijdarê Parlamentoya Iraqê bi hevkariya çend hêzên Îslamî pêşniyarqanûnek der barê pêkanîna hinek guhertinên girîng di qanûnên medenî de amade kirin û li ev pêşniyarqanûn li parlamentoyê hate xwendin. Ji ber biryarên cinsiyetparêz ên di pêşniyarqanûnê de gelek parlamenteran ev pêşniyarqanûn protestokirin û rûniştin terk kirin.

Ev belge yan jî pêşniyarqanûna der barê zewac û parvekirina mîrasa malê ya di navbera jin û zilam de ji aliyê rêxistinên jinan û rêxistinên sivîl ve bi tehlûke tê dîtin. Li gorî vê pêşniyarqanûna der barê qanûnên medenî de zilamek dikare derveyî qanûn û dadgehê, bi rêbazên olî û mezhebî bizewice û rê tê dayîn bi zarokeke 9 salî re bizewice.

Li dijî vê pêşniyarqanûnê îro jinên Silêmaniyê li hev civiyan û daxuyanî dan.

Li ser navê komek rêxistinên jinan û rêxistinên sivîl Sinewber Îsmaîl daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin “Em bi tundî vê pêşniyarqanûna Parlamentoya Iraqê şermezar dikin ku roja 2’yê Mijdarê têkildarî vê civîna yekemîn pêk anîn. Di pêşniyarqanûnê de keçên 9 salî li derveyî dadgehê dikarin bizewicin. Jin ji mîrasa hevjînê xwe bêpar hatiye hiştin.”

Di dewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; “Erêkirina vê pêşniyarqanûnê, li dijî xala 1 ya benda 16 a danezana mafê mirovan e. Her wiha binpêkirina xala 1 ya benda 19 ya peymana mafê zarokan e. Li dijî xala 2 ya madeya 16 ya peymana hemû şêwazên li dijî jinan e û li dijî pîvanên sereke yên destûra Iraqê ne.”

Di dawiya daxuyaniyê de jinan bang li Parlamentoya Iraqê kirin ku civîna duyem ji bo vê pêşniyarqanûnê nekin û wiha hat gotin; “Parlamenter û Parlamento wê ji encamên xerab ên vê qanûnê berpirsiyar bin.”