Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Somalê 26 leşker hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Di encama êrîşa çekdarên Tevgera Ciwanên Somalê de 26 Leşkerên Somalî hatin kuştin.

Berdevkê Tevgera CiwanênSmalê Ebdilezîz Ebo Miseb ji Rutersê re got ku vê sibehê wan êrîşî bargeha leşkerî ya Coblanda ya nêzî Bola Qûdod kir û destnîşan kir ku 26 leşker hatin kuştin, her wiha 2 erebeyên Artêşa Somalê hate şewistandin û sê ereb bi xwe re birin.

Amêrka beriya niha ragihandibû ku 2 derbeyên hewayî li dijî çekdarên “Ciwanan” li Somalê pêk anîn. Wezareta Parastinê du derbe li nêzî herêma Benader a li başûrê Somalê pêk anîn.

(jo)

ANHA