Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li taxa Eşrefiyê komîngeh hate vekirin

EFRÎN – Şêniyên taxa Eşrefiyê ya navenda kantona Efrînê bi merasîmê komîngeha “Şehîd Mehîr û Rehîma” vekirin.

Di merasîma vekikirina komîngehê de bi dehan şêniyên taxê û endamên saziyên sivîl û Rêveberiya Xweser amade bûn.

Komîngeh bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, alên YPJ û YPG‘ê hatibû xemilandin.

Di merasîmê de, xuşka şehîd Mehîr Xendan Mihyedîn û birayê şehîd Rehîma Mihemed Mustefa, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Fewzî Seydo û Rêvebera Meclîsa taxa Eşrefiya Emîna Osman axivîn.

Di axaftinan de, vekirina komîngehê hate pîrozkirin û hate gotin ku vekirina komîngehê berhemên keda şehîdan e.

Piştî axaftinan, deriyê komîgehê ji aliyê dayika şehîd Mehîr Emîna Ebdo û birayê şehîd Rehîma Mihemed Mustefa di nava tilîliyên dayikan de hate vekirin.

Merasîm bi stran û dîlanan bi dawî bû.

(bb)

ANHA

EFRIN-KOMIN (1) EFRIN-KOMIN (2) EFRIN-KOMIN (3)