Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Taxa Hilêliyê dibistana dayîk hate vekirin

Dîmen

QAMİŞLO – Li taxa Hilêliyê Ji bo zarokên pêşerojê dibistana dayîk (Pêşdibistan) bi navê şehîd Mustefa Gulo hate vekirin.QAM-DİBİSTAN-HATE-VEKİRİN ‫(194576897)‬ ‫‬

Weqfa Jina Azad li şeş taxên bajarê Qamişlo (Xerbî, Kornîş, Qidûrbek, Bişîriyê, Enteriyê, Qenat El-Swês, ) dibistanên dayîkê vekirin.  Herî dawî jî li taxa Hilêliyê dibistana bi navê Şehîd Mustefa Gulo bi merasîmekê vekir.

Merasîma vekirina dibistana dayîkê (Pêşdibistan) ya Şehîd Mustefa Gulo (Di 9`ê tîrmeha 1999`an şehîd bûye) bi rêzgirtinê destpê kir. şêniyên taxa Hilêliyê û malbata Şehîd Mustefa amade bûn. Zarokên Hilêliyê bi vekirina dibistanê gelekî kêfxweş bûn û bi cil û bergên xwe tevlî pîrozbahiyê bibûn.

Odeyên dibistanê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Ehmedê Xanê û Cegerxwîn hatibû xemlandin.QAM-DİBİSTAN-HATE-VEKİRİN ‫(194576902)‬ ‫‬

Rêveberiya Weqfa Jina Azad Axîn Amed di hevpeyvîna bi ajansa me (ANHA) re axivî û got: ʺDi avakirina civaka demokratîk de vekirina dibistanên dayîkê û zarok li ser bingehê exlaqa civaka demokratîk perwerde kirin, girînge.ʺ

Axîn Amed di nava gotinên xwe de anî ziman ku di destpêka salên şoreşê de li vê dibistanê zimanê kurdî dihat dayîn û gelek ji wan şagirtan niha bûne mamoste û got: ʺEm ê van zarokan jî ji bo pêşerojê amade bikin.ʺ

Zarokên ku tevlî pîrozbahiyê bibûn starana Aram Tîgran a Zimanê Kurdî zimanê me ye gotin û bi dirûşmeyên ʺBê Serok jiyan nabeʺ  pîrozbahî bi dawî bû.

Du mamosteyên jin wê zarokên dibistana pêşdibistan perwerde bikin. Zarok ji 3-5 salî dikarin werin dibistana dayîkê.

Dibistana dayîkê sibe destpê dike û wê zarok her roj saet 8:00 heyanî saet 12:00 ji bo dibistanê werin amade kirin.

(mk)

ANHA