Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li taxa Rewda ya Reqayê çete derbeyên giran dixwin

HAT NÛKIRIN

REQA –  Şervanên QSD`ê li taxa Rewda ya Reqayê derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin û şer bi giranî li taxê dewam dike.

Çeteyên DAIŞ`ê ji bo zexta li ser çeteyên xwe yên ku li derdora nexweşxaneya Wetenî û baxçeyê Reşîd ên navenda bajarê Reqayê derbeyên giran dixwin, sivik bike êrîşe taxa Rewda ya aliyê rojhilat ê Reqayê kirin. Şervanan yekser berisv dan û derbeyên giran li wan dixin.

Li gorî agahiyên ku Navenda Raghandin û Çapemeniya QSD`ê dane, bi qasî hate zelalkirin 15 êrîşkar hatine kuştin û gelek ji wan jî birîndar bûne.

Şer li taxê ta amadekirina vê nûçeyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

(kc)

ANHA