Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li taxa Şêx Faris navendeke ciwanan hat vekirin

HELEB – Li taxa Şêx Faris a bajarê Helebê navendeke ciwanan bi navê Şehîd Ferzende, hat vekirin.HELEB-YCR-NAVENDEKXWE-VEDIKE1

YCR′ê bi armanca rêxistinkirin û pêşxistina ciwanên ji hemû pêkhateyan, li taxa Şêx Faris a rojhilatê Helebê, navendeke xwe vekir.

Di şahiya vekirina navendê de, bi dehan ciwanên Kurd, Ereb û Tirkmen, her wiha Endamên Meclîs û saziyên taxên Helebê (Şêxmeqsûd û yên rojhilat), amade bûn.

Şahiya vekirina navendê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Rêveberiya YCR′ê Robar Heleb, Endamê Koordînasyona YCR′ê Mehmûd Mihemed û Endama Rêveberiya Tevgera Jina Ciwan Ruqeya Xalid Mihemed axivîn û vekirina navendê pîroz kirin.

Axaftvanan dane zanîn ku ciwan li ser bingeha felsefeya Rêbertiyê, xebatên xwe didin meşandin.

Şahî bi gerandina govendê, bi dawî bû.

(mm)

ANHA