Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li taxên Reqayê 32 çete hatin kuştin, li du taxan hîna şer didome

FLAŞ

REQA – Li 4 taxên bajarê Reqayê de, di encama şerê ku vê sibehê rû da de, 32 çete  hatin kuştin. Li du taxan jî şer hîn didome.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 67`an de bi hemû leza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li taxa Kevin ku li aliyê rojhilat ê Reqayê dikeve, di pêşveçûyînên şervanên QSD`ê de 13 çete hatin kuştin. Di heman taxê de doçkeke  12.5 a çeteyên  DAIŞ`ê hate rûxandin.

Li Rewda ya aliyê rojhilat ê Reqayê jî, di encama şerê ku heta niha dewam dike de, du jê sekvan 6 çete hatine kuştin û gelek çeteyên din jî birîndar bûn.

Li taxa Deriyê ya aliyê rojava yê Reqayê, di encama şerê ku derket de, 8 çete hatin kuştin. Li taxê hîna şer dewam dike.

Li taxa Berîd a aliyê  bakûr-rojavayê Reqayê, di encama şerê ku derket de, 5 çete hatin kuştin.

(kc)

ANHA