Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqa şer giran dibe, 20 çete hatin kuştin

LEZGÎN

REQQA– Ji şevê din ve di nava bajarê Tebqa de di navbera şervanên Xezeba Firatê û çetyên DAIŞʹê de şerê giran rû didin. Di encama şerê ku hîn jî didome herî kêm 20 çete hatine kuştin, şervanan bi qasî 500 metreyan di taxa Iskenderiyê de pêş ve çûn.

Şevê din li taxa Iskenderiyê ya rojhilatê bajarê Tebqa û taxa Ayîd Sexîr a rojavayê bajar, her wiha li derdora Bendava Firatê di navbera şervanên Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞʹê de şer derket. Nûçegîhanên ANHAʹyên opersyonên kêlî bi kêlî dişopînin diyar kirin ku di pevçûnên van deveran ku hîn jî didome herî kêm 20 çete hatin kuştin. Her wiha şervan di taxa Iskenderiyê de 500 metreyan pêş ve çûn.

(ekîp/dc)

ANHA