Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê cenazeyên 6 cangoriyan hatin veşartin

Dîmen

TEBQA – Li bajarê Tebqayê 6 cangoriyên azadiyê ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, hatin oxirkirin.TEPQA-MERASIMA-SEHIDA1 ‫(174850564)‬ ‫‬

Bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê li ketina bakurê bajarê Tebqayê kom bûn, cenazeyê şervanên QSD′ê ″Ebdulkerîm Receb (Ebdulkerîm Tebqa), Tariq Tebqa, Mihemed Ehmed Mehmûd El-Ehmed (Mihemed Tebqa), Hesen Cuma Cinêd (Hesen Tebqa), Husam Ibrahîm Hemûd (Husam Tebqa) û Farûq Ibrahîm (Farûq Tebqa)″ ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ku ji Kantona Kobanê hatin, wergirtin û ber bi goristana şehîdan a bajêr ve ketin rê.

Li goristanê merasîma oxirkirinê bi deqeyek rêzgirtin û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Xêr Mihemed axivî, bal kişand ser fedekariya şehîdên azadiyê û soz da ku wê bajarê Reqayê bibe goristana çeteyan. TEPQA-MERASIMA-SEHIDA1 ‫(174850566)‬ ‫‬

Endama Meclîsa Sivîl a Tebqayê Asya Xerbî jî soza şopandina cangoriyên azadiyê da.

Piştre jî cenazeyên têkoşeran li goristanê hatin veşartin.

Şervanên QSD′ê di 5′ê Mijdara sala 2016′an de dest bi hemleya rizgarkirina Reqayê dest pê kir.

(mm)

ANHA