Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê dewreya perwerdeyê ya yekemîn qediya

TEBQA – Li Akademiya Civaka Demokratîk a li bajarê Tebqayê dewreya yekemîn a 36 endaman qediya.TIBQA-AQDMIYA DYMUKATIK LI TIBQA BERUIRDA DAUI KIR (1)

Ji bo belavkirina sîstema Neteweya Demokratîk û perwerdekirina welatiyan li ser vê sîstemê da ku di civînê de li gorî wî were jiyîn. Li herêma Tebqayê, 15‘ê Kanûnê de Akademiya Civaka Demokratîk hate vekirin.

Li vê akademiyê 25 roj berê, bi tevlîbûna 36 kesan ji endamên saziyên sivîl û leşkerî dewreya yekemîn a bi navê “Şehîd Xalid Ilêwî” hatibû destpêkirin.

Di dewreya perwerdeyê de dersên li ser girîngiya perwerdeyê, jiyana hevbeşê, şerê taybet, dîroka jin, çand û exlaq, parastina rawa, civaka xwezayî û rêbazê rêveberiyê hatin dayîn.

Bi armanca qedandina dewreyê merasîmeke hate lidarxistin. Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid El-Ferec, Hevseroka Meclîsa Rêveber Hind El-Elî û hejmarek ji endamên komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê amade bûn.TIBQA-AQDMIYA DYMUKATIK LI TIBQA BERUIRDA DAUI KIR (2)

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, Rêveberê akademiyên civaka demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr axivî û sîstema Neteweya Demokratîk da nasîn û got ” Ev felsefe xwe dispêre avakirina civakeke wekhev, belavbûna hezkirin û çanda hevbeşiyê û pêşxisitna rihê hevaliyê.”

Munzûr anî ziman ku kesên li van akademiyan mezûn bûne êdî bûne xwedî kesayetek bi hêz dikarin saziyan bi rêve bibin.

Ji kesên bi tevlî dewreya perwerdeyê bû, bi navê Diya El-Miqdad armanca telîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ew ji bo pêşxistina asta zanebûna tevlî perwerdeyê bûye û bang li welatiyan kir ku tevlî perwerdeyên akademiyan bibin da ku civakeke pêşketî were avakirin.

Merasîm bi star û dîlanan bi dawî bû.

Xalid Îlêwî yek ji şervanên QSD‘ê ye, di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû.

(bb)

ANHA