Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê gelek tonelên DAIŞʹê têne dîtin

TEBQA – Şêniyên bajarê Tebqayê, hîne tonelên ku çeteyê DAIŞ`ê dema bajar dagirkiribûn di binê erdê de kolandibûn, dibînin. Piraniya tonelan di avahiyên saziyên giştî de ku çeteyan kiribûn navendên leşkerî hatibûn kolandin. TEPQA-DITINA-XENDEQAN1 ‫(1)‬ ‫‬

Bi zêdebûna hejmara koçberan di bajarê Tebqayê de. Hejmarek ji koçberan ku tu mal nedîtin tê de bicih bibin,  neçar bûn di avahiyên saziyên giştî de bi cih bibib. Lê koçber nişkêve rastî hejmarek tonelên di bin wan avahiyan de hatine kolandin dihatin. DAIŞ`ê ew tunel ji bo veguhestina di navbera bajêr de bikar tanîn. Koçber û zarokên Tebqayê ji ber ihtîmala hebûna mayînan di nava toreya tonelan de, bi fikarin.

Di vê derbarê de, koçberê bi navê Ehmed Şêx Ehmed ku di dibistana Cemal Ebdulnasir de bicih dibe, wiha got: ʺDema hatime Tebqayê, qerebalixiya mezin a niştecihên wê, her wiha zêdebûna koçberan di dibistanan de ji bo min ne xem bû, lê tiştê bitirs ew korta mezin a di hundirê polekî dibistanê de bû ku tu malbateke koçber nediwêrîn tê re rûnin. Di wê kortê de tonelekî DAIŞ`ê hebû ku bi tonelên din ve hatibû girêdan.ʺTEPQA-DITINA-XENDEQAN2

Ehmed got ku wî bi hevkariya 3 birayên xwe ve, karîbûn korta tonelê bi kevir, qermît û axê tijî bikin.

Têkildarî mijarê zarokê koçber ê bi navê Ehmed diyar kir ku tonelekî din di dibistana zanistiyê (malûmatiyê) de hebû, malbata wî ew tonel girtin.

Şêniyên taxa Ewel jî tonela peymangeha berê ya Afaq, ku di bin rêya ber bi taxa Hey Ewel ve diçe, wek tonelê herî piralî bi nav dikin.

Kesê parastina dibistana Meyselûn dike, destnîşan kir ku di dibstanê de tonelekî herî mezin heye ku gelek deriyên vê tonelê di dibistanê de hene.TEPQA-DITINA-XENDEQAN1 ‫(1)‬

Hat zanîn ku, ev tonelên, di herêmekê de ku firehiya wê tenê kêmtirî 300 m2 de hatine kolandin. Ev yek gelek pirs li ser hejmara tobnelên hatine kolandin û hundirên wê yên nehatine zanîn, derdixe holê.

(rr)

ANHA