Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê herêma El-Sûra ya şûnwarî hat tesbîtkirin

Dîmen

TEBQA – Midûriyeta Tûrîzim û Parastina Şûnwaran a herêma Tebqayê di çarçoveya xebatên tesbîtkirina herêmên şûnwarî de, herêma şûnwarî ya El-Sûra tesbît kir.

Midûriyeta Tûrîzim û Parastina Şûnwaran a herêma Tebqayê 20 herêmên şûnwarî ʺkela Ceber, çiyayê El-Sin, girê Siwêhat, girê El-Ebid, girê El-Cerniye, girê Osman, girê Helawa, goristanên El-Cerniye û El-Mehmiye, El-Sûra, El-Resafa, girê El-Mensûra, girê El-Sedîn, Benat Ebû Hureyra, girê El-Qesîr, goristanên El-Siwêhat û girê El-Meslûbaʺ li bajar û gundewraên  Tebqayê tesbît kirin.selwa

Hevseroka Midûriyeta Tûrîzim û Parastina Şûnwaran Selwa El-Cenabî da zanîn ku di çarçoveya xebatên tesbîtkirina herêmên şûnwarî de, herêma şûnwarî ya El-Sûra ya li gundê Hemam ê 30 km dikeve rojhilatê bajarê Tebqayê, hat tesbîtkirin û wiha got: ʺLi vê herêmê çûkên Romanî ku dîroka wan vedigere sedsala duyemîn Pz, hatin dîtin. Niha amadekarî têne kirin da ev herêm were sererastkirinʺ.

Çeteyên DAIŞʹê yên ku hemû şaristaniyên mirovahiyê hedef digirin, şûnwarên li herêma El-Sûra di bin navê ʺSenemanʺ de rûxandin.

Midûriyeta Tûrîzim û Parastina Şûnwaran beriya niha xebatên sererastkirina kela Ceber dane meşandin, 3 deriyên wê sererast kirin û xendeqên ku çeteyên DAIŞʹê li derdora wê kolandine xetimandin.

(mm)

ANHA