Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê herî çalak komîteya Lihevanînê ye

Dîmen

TEBQA – Komîteya Lehevanînê ya Mala Jin a navçeya El-Cerniye ya Tebqayê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên derdikevin pêş jinê, kedeke mezin didin.

Mala Jin a El-Cerniye di nîvê tîrmeha 2017’an de hate vekirin. Gelek komîte di nava Mala jin de cih digirin. Xuyaye herî çalak komîteya Lihevanînê ye ku bi çalakiyên xwe nehîşt  gelek rewşên hevberdanê (telaq)  yên ji ber nakokiyên di navbera hevjînan de, rû bidin.

Di vê çarçovê de, Endama Komîteya Lihevanînê Foza Mûrad derbarê dozên ku komîteyê karîbûn çareser bike ji ANHA’yê re axivî.TEBQA-MALA-JINI (1)

Foza Mûrad diyar kir ku hejmara dozên hatine Komîteya Lehevanînê 120 doz , piraniya wan hatine çareserkirin. Di nav de 65 dozên têkildarî nelhevkirina dinavbera hevjînan de ku niyeta hevberdanê hebû, bi lihevanîna herdu aliyan hatin çareserkirin, her wiha hatin hişyarkirin ku bi şêwazekî rast pirsgirêkên xwe çareser bikin. ji bilî yek ji wan dozên hatine, bi hevberdanê bi dawî bû.

Foza her wiha destnîşan kir ku ji wan dozên hatine çareserkirin 19 dozên tundiya ji aliyê bavik, bira yan kurê xasûyê li dijî jinê dihate pêkanîn, serkeftî hatin çareserkirin. Dîsa 29 dozên xercdayînê (nefeqe) hatin çareserkirin û 12 doz jî hatin veguhestin  yan paşxistin ku jê 4 ji bo Dada Civakî ya Tebqa û 4 ji bo Dozgeriya Giştî hatin veguheztin , 4 jî hatin paşxistin (tacîl).

Çalakiyên Komîteya Lihevanînê di nava niştecihên El-Cerniye de sînordar nema, lê belê xwe gihande koçberên jin ên kampa El-Tiwêhîne û karîbû 10 dozên ji koma 18 dozên gihiştine komîteyê yên nelihevkirina di navbera hevjînan de, çareser kir.

Mûrad bang li hemû jin û zilaman kir ku “Dest ji tundiyê verdin û bêjin na ji tundiyê  na ji zulmê re”

(rr)

ANHA