Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê koçber çawa jiyan dikin?

Dîmen

TEBQA – Bi sed hezaran koçberên hatine Tebqa û gundewarên wê hê di nava şert û mercên zehmet de jiyan dikin. Piştî ji şerên dijwar reviyan rastî sozên rêxistinên navnetewî yên ne rast a pêşkêşkirina alîkariyan hatin. Vê koçber neçar kirin ku di nava xirabeyên şer de jiyan bikin. Ev cihên koçber lê bi cih dibin dibe ku hilweşina û bibe sedema karesatekê derheqê koçberan de.EDLA ELI

Li gor serjimariya Buroya Karûbarên Rêxistinên di Meclîsa Sivîl a Tebqayê de, derdora 375 hezar koçber li Tebqa û gundewarên wê, hene.

Koçber di nava tunebûna cihê xewê û çavdêriya tenduristyê de jiyaneke zehmet diqedîn in.Her wiha alîkariyên xwarin û tenduristî jî nîn in.

Koçber neçar dibin, di avahiyên giştî de wek dibista û baxçeyên zarokan de, her wiha di avahiyên hatine rûxandin de jiyan bikin, dibe ku ew avahiyên hatine rûxandin di her demekê de bi ser serê wan de bên xwarê.TEBQA-CAWA-KOCBER-JIYAN-DIKIN ‫(269615619)‬ ‫‬

Piraniya koçberan ji herêmên Crablos û Ezazê yên di bin dagirkeriya artêşa Tirk a dagirker de, yan jî ji bajarê Reqayê ku hin beşên wê dibin dagirkeriya DAIŞ`ê de ye, hatine. Her wiha Koçber ji herêmên di bin serweriya rejîmê de yên gundewarên rojhilata Helebê ku zêde ji herêma Meskenê hatine.

Rewşa koçbera bi navê Edle Mihemed El-Elî ya ji bajarê Reqayê ya ji herêma El-Diriye, beşekê ji zincîreya êşa koçberan nîşan dide. Edle bi malbata xwe ya ji 9 kesan pêk hatiye, ji dojeha şerê li Reqayê reviyaye û li Tebqayê di malek di bin xiraneyan de bi cih dibin. Ew mal ji aliyê xwediyê wê ve heta demekê hatiye dayîn, li kêleka malê korteke qirêj ku bihna nexweş jê tê heye, ev yek jî nexweşiyan çêdike.

Têkildarî mijarê kurê Edle yê bi navê, Temam El-Hesen El –Ehmed jî ev tişt anî ziman: ʺEm neçarin di nava van şert û mercan de jiyan bikin, em bi firotina bermahiyên  hesinan debara xwe dikin, ji nava komên xirabeyên di malê de em şîşên hesinî kom dikin da debara xwarina xwe bikin. xwediyê malê rê da ku em van hesinan kom bikin.ʺ

(rr)

ANHA