Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê pirsgirêka kêmbûna nan tê çareserkirin

Dîmen

TEBQA – Komîteya aşxane û firneyan a bajarê Tebqayê ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna nan, aşxaneyên herêmê aktîf dike û miqdara pêwîst a genim peyda dike.

TEPQA-FIRNE-GEL-ASTENGIYA-DIBINE1 (8)

Li bajarê Tebqayê nêzî 125 hezar koçber bi cih dibin. Ji ber vê yekê li bajar pirsgirêka kêmbûna nan rû dide.

Li navenda bajar 12 firne û li gundewarên wê jî 10 firene hene, lê dîsa jî pêdiviya şêniyên herêmê û koçberan bi cih nayê û ji bo peydakirina nan gelek hezmetî têne kişandin.

Li herêmê her wiha 5 aşxane hene. Aşxaneyên Senabil û Teqwa li gundê Ebû Qebî yê rojhilatê Tebqayê dikevin, ji ber ku alavên wan xera bûne, ji xizmetê derketine. Aşxaneyên Xalid Elêwî dikeve herêma Ayid a rojavayê Tebqayê. Aşxaneya navendî jî li heman herêmê dikeve, ji ber alaveke wê xera bûye, berhema wê ya rojane kêm bûye.TEPQA-FIRNE-GEL-ASTENGIYA-DIBINE1 (6)

Her wiha Aşxaneya 5′emîn jî li gundê Hinêde yê rojhilatê Tebqayê dikeve.

Aşxaneyan ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna nan, saetên xebatê zêde kirine, da miqdareke mezin ji ard were amadekirin û pêdiviya şênî û koçberan were bicihanîn. Lê ji ber zexta zêde û saetên xebatê yên dirêj, alavên aşxaneyê xera dibin.

Bi hezaran welatî û koçber neçar dimînin ku bi saetan li firneyê rawestin, da ku nan bi dest bixin.

Dê aşxaneya bajaroka Mehmûdlî ya dikeve bakurê bajêr jî di demeke nêz de were vekirin.

Berpirsê Komîteya firne û aşxaneyan Mehmûd Osman got ku miqdara genim têrê heye ku heta 8 mehan pêvidviya gelê herêmê ji nan pêk bîne.

Osman got ku pirsgirêka kêmbûna nan bi aktîfkirina aşxaneyên herêmê, çareser dikin û wiha domand: ″Pêşînyar hat kirin ku Meclîsên taxan Komîteya mendûbên nan ava bikin, lîsteyekê bi navê welatiyan amade bikin, da miqdara pêwîst bigire û li wan belav bike.

(mm)

ANHA