Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê piştî 6 salan wê ezmûn werin kirin

TEBQA – Li herêma Tebqayê piştî şaş salan ku perwerde lê hatibûn qedexekirin, wê îro şagirt ezmûna yekemîn bikin.

Îro wê derdora 50 hezar şagirtên asta seretayî û navîn ezmûnên xwe bikin.

Bi destpêkirina sala 2012`an de herêma Tebqayê rastî gelek hêzên dagirker hat. Di dema dagirkirina herêma Tebqayê ta rizgarkirina wê de komên çete  hemû dibistan girtin û kirin navendên leşkerî.

Di 10`ê Gulana 2017`an de bajarê Tebqayê û beriya wê gund û navçeyên wê hatin rizgarkirin û jiyana asayî careke din hate destpêkirin.

Tê payîn ku wê li 180 dibistanên bajarê Tebqa, bajaroka El-Ciriniye ya bakur-rojavayî Tebqa û bajaroka El-Mensûra ya başûr-rojhilatê Tebqayê ezmûnên devkî û nivîskî îro werin destpêkirin.

(kc)

ANHA