Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê wê mehrîcana hespan werê lidarxistin

TEBQA – Di çarçoveya hemleya “Serî Hilde”Meclîsa Ciwanên Tebqayê amadekariya mehrîcana ʺhespên erebî yên esîlʺ dike.TIBQA-WEK BEŞEK KAMPANYA (1)

Bajarê Tebqayê rastî gelek hêzên dagirker û faşîst hat. Ji rêjîma Baas a şofînîst ta çeteyên hov ango çeteyên DAIŞ`ê. Van rêjîm û komên çete çanda herêmê paşguh kirin. Lê piştî ku bajar ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin, gelên herêmê çanda xwe jinûva vejîn kirin.yek ji wan çanda ku gel careke din vegerand mehrîcana hespên erebî yên esîl e.

Li ser vî esasî û di vê çarçoveya hemleya “Serî Hilde” de Meclîsa Ciwanên Tebqayê amadekariyên mehrîcana ʺhespên erebî yên esîlʺ dike.

Li gorî Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê Minewer EL-Edad got ku wê mehrecan rojekê bidome. Wê 11 siwar ji bajarê Tebqa û gundewarên wê û 20 hesp tevlî mehrîcanê bibin.MNEOAR

EL-Edad tekez kir ku wê mehrîcan hespan di buharê de were lidarxistin û hemû amadekarî wê werin kirin.

(bx)

ANHA