Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tebqayê wê yekemîn çalakiya werzîşê werê destpêkirin

Dîmen

TEBQA – Komîteya Ciwanan a Meclîsa Sivîl a Tebqayê, dest bi tomarkirina tîmên fotbolê yên dixwazin tevlî “Turoneveya Wefedariya bi Şehîdên Reqayê re” bibin, kir.TEBQA-CIWAN-BELAVOKA-BI-DIWARAVE-DIKIN ‫(1)‬ ‫‬

Komîteya Ciwanan hewl dide bi rêya van çalakiyên sporê, jinûva giyanê werzîşê ku çeteyên DAIŞ`ê ew jê mehrûm kiribûn, vejîn bike.

Di vê çarçoveyê de, Komîteya Ciwanan belevokên derbarê xwesteka ciwanan a tomarkirina navên xwe di turoneveyê de,  belav kir.  Tomarkirin wê ji roja şemî heta sêşemê li navenda Meclîsa Sivîl a Tebqayê ya li taxa El-Meqasim, dewam bike.

Li gorî belevokan armanca turnoveyê ew e ku careke din girîngiya werzîşê û bilindkirina asta wê li  Tebqayê, careke din zindî bike.MENWER SIHUD

Mercên tevlîbûnê ew ku endamên tîmê hemû hebin û di warê fotbolê de zanebûna xwe hebin. Komîteya Ciwanan jî wê hemû pêdiviyên destpêkirina turnoveyê, amade bike.

Komîteyê cihê turnoveyê û dema destpêkirinê wê, hîna diyar nekiriye.

Endamê Rêveberiya Komîteya Ciwanan Seûd Senafî destnîşan kir ku xebatên komîteyê ji bo pêşxistina werîzşê wê dewam bike û got:”Wê di demeke nêz de  gelek çalakiyên sporê werin lidarxistin”.

(jo)

ANHA