Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Til Hemîs mazot li welatiyan tê belavkirin

TIL HEMÎS – Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs ji bo demsala Zivistanê mazot li komînên gundên Til Hemîs belav kir.

Şêniyên navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ji ber dereng belavkirina mazotê zivistanî gelek zehmetî dîtin. Şaredariya Gel tedbîra vê yekê girt û bi alîkaiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeya Til Hemîs ji bo demsala zivistanê ji niha ve dest bi belavkirina mazotê kirin.

Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîs bi alîkariya Meclîsên Gel ên gundên Til Hemîs ji bo demsala zivistanê li ser her malbatekê 200 litir mazot belav dike.

Komîteyeke şopandina belavkirina mazotê ku endamên wê ji Komîteya mazotê û nûnerên meclîs û komînên gundan pêk tê, hate avakirin. Her komînek lîsteya navên pêwîst li gund û komînan dide meclîsa xetê û komîteya mazotê.

Li gorî endamê komîteya mazotê ya xeta şehîd Cesûr û hevserokê meclîsa xetê Ehmed EL-Helo da zanîn ku madeya mazotê bi rêka sahrîcê ji her gundekî re tê şandin û piştra bi alîkariya hevserokên komînan li ser malan tê belavkirin. belavkirin bi rêka nasnameya malbatê bi 200 LT li ser her malbatekê tê belav kirin, ji bo yên ku nasnameya wan a malbatê tine be, bi rêka karnameya komînê mazotê distîne. Beşa yekem 200 lître û dê beşa duyemîn jî paşê li welatiyan were belavkirin.

Welatiyên navçe û gundên girêdayî wê ji belavkirina mazotê kêfxweş bûn  û spasiya komîteyan kirin.

 (jo)

ANHA