Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Til Hemîsê şahiya rizgarkirina Reqa

TIL HEMÎS – Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo bi boneya rizgarkirina bajarê Reqayê şahiyek organîze kir.TIL HEMIS-SAHI-JIBO-REQA1 (2)

Di çarçoveya şahiyên rizgarkirina bajarê Reqayê de, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê şahiyek organîze kir. Di şahiyê de bi dehan welatiyên navçeyê û endamên saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan û şervanên YPG’ê û hêzên Asayîş û Trafîkê beşdar bûn.

Di destpêka şahiyê de beşdaran deqeyeke rizgirtinê li ser rihê şehîdan rawestiyan, paşê jî bavê şehîd Xalid Xilyewî, Mihemed Xilyewî axaftinek kir û rizgarkirina bajêr li hemû gelên Sûriyeyê pîroz kir û got ku rizgarkirina Reqayê bi saya xwîna şehîdan û fedekariya şervanan pêk hatiye û van şehîdan navên xwe bi tîpên zêrîn li ser rûpelên dîrokê nivîsandine.”

Xilyewî di axaftina xwe de rizgarkirina bajarê Reqayê li hemû hêzên beşdarî rizgarkirinê bûne pîroz kir.

Welatiyê bi navê Hesen El-Xabûr ku beşdarî perwerdeya akademiya TEV-DEM’ê bûye girêdayî mijarê wiha got. “Ez ji Reqayê koçber bûme û min cihê xwe di perwerdeyeke TEV-DEM’ê de ya li Til Hemîsê cih girt û em perwerdeya xwe li ser têgeha netewa demokratîk û felsefa Rêber Abdulah Ocalan dibînin. Bi saya fikr û felsefeya Ocalan hemû bendên tirsên hatin şikandin û bi saya fedekariya şervanan bajarê Reqa niha rizgar bûye.”

Piştî axaftinan beşdarên şahiyê li gel stranên şoreşgerî û folklorîk xelekên dîlanê gerandin.

Şahî bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Rêber Abdulah Ocalan û serkeftinên YPG’ê û YPJ’ê bi dawî bû.

(jh)

ANHA