Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tileferê 18 çete hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên Îraqê navendeke çeteyên DAIŞʹê ya li qezaya Til Teferê ya Nînawa bombebaran kir. Di encamê de 18 çete hatin kuştin.

Koma Ragîhandina Şer a girêdayî hêzên Hevbeş ên Artêşa Îraqê bi daxuyaniyekê ragîhand ku li gorî agahiyên istixbaratî hêzên ezmanî yên Îraqê roja duşmeê li Qezaya Til Efer derbeyên ezmanî li komeke çeteyên DAIŞʹê dan û di encamê de 18 çete hatine kuştin. Her wiha 5 tirmpêlên çeteyan hatin şewitandin.

Di axuyaniyê de hate gotin ku di encama derbeya ezmanî de kargeha teqemeniyê ya çeteyan ku li taxa Qadisiyê bû hate ruxandin û 7 çeteyên di hidnêrê wê de bûn hatin kuştin. Di heman demê de navendên veghînê û komên çete yên li taxa El-Qele hate bombebarankirin. Hate gotin ku di nava çeteyan de gelek parçebûn çêdibin û hate destnîşankirin ku ev yek karê Artêşa Îraqê ya rizgarkirina qezaya Til Efer hêsan dike.

Çeteyên DAIŞʹê ji hizêrana sala 2014ʹan û vir ve qezaya Til Efer dagirkiriye.

 (bx)

ANHA