Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tirbespiyê Akademiya Mezopotamya hate vekirin

Dîmen

Dîmen: https://youtu.be/OAX129c2Y58

TIRBESPIYÊ– Li navçeya Tirbespiyê Akademiya Dada Civakî ya Mezopotamiya ji aliyê Desteya Dadê ya kantona Cizîrê ve bi merasîmekê hate vekirin.

Bi beşdarbûna nûnerên meclîsên dada civakî yên bajarê Minbic û Tebqa, rêveberên Kongreya Star, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Meclîsa Sûriyeye Demokratîk û endamên dawîana Dada Civakî ya kantona Cizîrê, Desteya Dadê ya kantona Cizîrê li gundê Til Marûf ê navçeya Tirbespiyê yê kantona Qamişlo yê girêdayî herêma Cizîrê Akademiya Dada Civakî ya Mezopotamiya bi merasîmekê vekir.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Desteya Dada Civakî ya kantona Cizîrê  Luqman Ibrahîm, bi nave Meclîsa Sûriyeye Demokratîk Ebdulqadir Miwehid û bi nave Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Jînda Elî axivîn.

Axaftivanan vekirina akademiyê li gelên herêmê pîroz kirin.

Di axaftinan de hate gotin dada civakî bingeha sereke  ya avakirina civakeke durist û saxlem e.

Di dawiya merasîmê de, koma dîlanan a Kulîlkên Rojava yê girêdayî navenda çandê ya Hêzil dîlanên xwe pêşkêş kirin, her wiha koma Stranan a şehîd Xebat stranên folklorî gotin.

(bb)

ANHA