Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tirbespiyê hemleya “Bi hev re li dijî xebitandina zarokan”dest pê kir

QAMIŞLO  – Hemleya ” Bi hev re li dijî xebiatandina zarokan” li navçeya Tirbespiyê dest pê kir.

Hemleya ku ji aliyê Buroya Karûbarên Rêxistinan a Kantona Cizîrê ve bi hevkariya Komîteya Kedkaran hatiye organîzekirin, îro li navçeya Tirbespiyê ji aliyê komîtyekî ku ji mamoste, endamên Buroya Sendîqeya Kedkaran û Buroya Karûbarên Rêxistinan pêk tê ve hate  destpêkirin.TIR SESPI-ALIKARIA ZAROKA (3)

Endamên komîteyê li herêma Sînaa geriyan û belavokên girêdayî xebitandina zarokan, bandara wê ya neyinî li ser civakê, her wiha zirarên wê li ser tenduristiya zarokan li welatiyan belav kirin.

Endaman her wiha derbasî malan bû jî li ser girîngiya mijarê bi malbatan re nîqaş kirin.

Hemele berdewam e.

(bb)

ANHA