Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tirkiyê balafireke Amerîkî hat xwarê

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî malpera balafirgeha Incirlik balafireke keşfê ya Amerîka li başûrê rojhilatê Tirkiyê hatiye xwarê.

Li balafirgeha Incirlik ya dikeve başûrê Tirkyê hêzên hewayî yên Amerîka ku di nava Koalisyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê şer dikin, hene.

Di daxuyaniya li ser malpera Incirlikê hatiye belavkirin hatiye gotin ku balafira Amarka ya keşfê saet 11:50ʹan li başûrê rojhilatê Tirkiyê hatiye xware.

Piştî ku balafir ketiye xwarê şandeyeke Amerîkî çû cihê ku balafir lê hatiye xwarê. Hinek dezgehên raghandine agahî dan wê şandeya Amerîkî karê xwe sibe jî bidomîne.

(np)